Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi sedan mayîn hatin bê bandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi sedan mayînên çeteyên DAIŞ‘ê bê bandor kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojilatê Sûriyê ragihand ku hêzên wan di pêngava paqijkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê de ji ber mayînê çeteyên DAIŞ‘ê ku qada dawî ya destê DAIŞ‘ê de mabû û ji aliyê QSD‘ê ve hat rizgarkirin bi sedan mayîn û teqemenî li herêmn Baxoz û Hecînê dîtin.

Navendê diyar kir ku Yekîneyên endizyariyê hemû mayîn bê bandor kirin.

ANHA


Mijarên Din