Li gundewarên Zirganê piştî 6 mehan kehrebe hat

Gerînendetiya Kehrebê ya navçeya Til Temirê kehrebe da gundewarên navçeya Zirganê ku piştî zêdetirî 6 mehan qut bûbû, her wiha gerînendetî der barê jinûve qutbûna kehrebeyê li gel binpêkirinên bênavber li wan gundewaran metirsîdar e.

Piştî zêdetirî 6 mehan ji qutbûna kehrebê, bi sedema newefedariya hêzên Rûsyayê ya sozên xwe û hedefgirtina çeteyan a tîmên restorakirinê, Gerînendetiya Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê torên kehrebeyê sererast kirin û kehrebe gihand 28 gundên li gundewarên navçeya Zirganê yên li ser rêya Til Temirê.

Hê jî gund li ber gefên qutkirina kehrebeyê ne, ew jî bi sedema binpêkirinên bêserûber ên çeteyên bi navç Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker.

Hevserokê navenda kehrebeyê ya Til Temirkê Fehed Semeliye wiha got: "Îro kehrebe gihad gundewarên navçeya Zirganê ku ji 6 mehan ve lê ser wan qut e, ew jî bi sedema nêzbûna wan ji eniyên şer re ye."

Semeliye bal kişand ser ku xebatên sererastkirinê piştî gelek hewldanên bi hêzên Rûsyayê re ku sozên xwe yên koordînakirina bi artêşa Tirk a dagirker re bi bin ketine, da ku derbasî wan gundan bibin û torên kehrebeyê sererast bikin, pêk hatin.

Semeliye diyar kir ku cihên xirabûyî yên ku hatine sererastkirinê di navbera gundên Şêx Elî, Meslete û Um Şiêfe ku li başûrê navçeya Zirganê ne û li ser eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re ne.

Bi destpêkirina çinîna mewsimê li herêmê û bi sedema binpêkirinên çeteyan li dijî zirqên şêniyan a şewitandina berhemên çandiniyê yên li wê herêmê re metirsiyên Semeliyê der barê gefên li ser qutbûna kehrebeyê hê jî hene, ew jî bi rêya pêxistina çeteyan a agir li nava berhemên çandiniyê ku tê de stûnên textî hene.

Semeliye li dawiyê bang li aliyên pêwendîdar kir ku binpêkirinên li dijî şêniyên herêmê rawestînin û nehêlin kehrebe li ser wan gundan qut bibe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din