Li gundên Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê  

Dewriyeya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û dewleta Tirk a dagirker, li gundewarên rojhilat û rojavayê navçeya Dirbêsiyê geriya.

Di çarçoveya lihevkirinên piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî yên di navbera DYA û Tirkiyê ji aliyekî ve û Rûsya û Tirkiyê ji aliyekî din ve, îro dewriyeya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û dewleta Tirk dest pê kir.

Dewriye ji panzêran dewleta Tirk û Rûsyayê û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat û di gundewarên rojhilat û rojavayê Dirbêsiyê re derbas bû.

Dewriye li gundên Tûrat, Ebaş, Berka, Telik, Kerkend û Berkevirê geriya û careke din vegeriya cihê ku jê bi rê ketiye anku gundê Şîrkê. Piştî ku gera dewriyeyê bi dawî bû, panzêrên dewleta Tirk a dagirker vegerîn nuqteyên xwe û yên Rûsyayê jî ber bi Qamişloyê ve bi rê ketin.

ANHA


Mijarên Din