Li gundên Girê Spî û Eyn Îsayê hêzên dagirker baregehan ava dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li gundên dagirkirî yên Eyn Îsa û Girê Spî baregehên leşkerî, noqteyên çeteyan û satiran ava dikin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser gundewarên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî bê navber berdewam dikin. Di êrişan de yekser sivîl û mal û milkên wan tên hedefgirtin. Di encama topbaranê de heya niha 73 hezar donim li gundewarên Eyn Îsa û 2 hezar 500 donim li gundewarên rojavayê Girê Spî hatine şewitandin.  

DIBISTANAN DIKIN BAREGEH

Ruxmî agirbestê dewleta Tirk dest bi avakirina baregehên leşkerî û noqteyên çeteyan kirine. Heya niha 5 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Hoşan, Kefîfa, li pêşiya gundê Qizelî, Şergirak, Xirbetfaris û 33 noqteyên çeteyan hatine avakirin. Dibistanên zarokan jî kirine baregeh.

JI BAREGEHAN SIVÎL TÊN HEDEFGIRTIN

Gundê Hoşan ê girêdayî rojavayê Eyn Îsayê ku baregeha leşkerî ya dewleta Tirk kîlometreyek dûrî rêya M4 a di navbera Eyn Îsa-Çelebiyê de sivîl bi kar tînin. Ji vê baregeha leşkerî beriya du rojan ji ber avêtina fûzeyê sivîlek birîndar bû.

Dewleta Tirk di baregehên leşkerî de çekên giran bi cih kirine, sewqiyatên leşkerî pêk tînin ku ji wan baregehan êriş li ser sivîlan pêk tê. Her wiha li gundên ku hatine dagirkirin dest bi çêkirina satiran jî kirine.

Gelo piştî avakirina baregehan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, amadekariyên êrişeke nû li dijî herêmê dikin?

ANHA


Mijarên Din