Li gundên Hemayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de dîsa şer rû da

Li gundewarên rojhilatê Hemayê careke din şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de qewimî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li eniyên gundewarên rojhilatê Hemayê şerekî dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de rû da. Bi awayekî hemwext, balafirên Rûsyayê û helîkopterên hêzên hikumetê heman herêm bombebaran kirin.

SOHR`ê daxuyand ku birîndar û kuştiyên her du aliyan hene û çeteyên DAIŞ`ê karwanekî hêzên hikumeta Şamê li herêma Soxne ya li çolistana Humisê kir armanc. Di encamê de birîndar û kuştî çêbûn û wesayît hatin rûxandin.

Li çolistana Sûriyê beriya 3 rojan li eniyên Rehcan, Şakosiyê, Asreya û eniyên din ên li gundewarên rojhilatê Hemayê şerekî dijwar di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê de rû da.

Her çi qasî balafirên şer ên Rûsyayê û balafirên şer ên hikumetê û helîkopterên wê derbeyên hewayî yên dijwar li çeteyên DAIŞ`ê xistin, lê çete ji berî 4 rojan ve êriş dikin û nuqteya leşkerî ya li gundewarên Esreyê kontrol kir.

SOHR`ê destnîşan kir ku ji 24`ê Adara derbasbûyî û heta roja îro 887 leşkerên hêzên hikumetê û çekdarên alîgirên wê hatine kuştin, di nav wan de herî kêm 2 leşkerên Rûsyayê hene. Her wiha 140 endamên komên girêdayî Îranê ku bi eslê xwe ne sûrî ne, hatine kuştin.

(eh)


Mijarên Din