Li gundên rojavayê Kobanê pirsgirêka avê heye

Li hinek gundên rojavayê kantona Kobanê pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê heye. Şêniyan wan gundan neçar dimin avê bikirin. Li aliyekî din li hinek gundan jî pirsgirêka qirêjbûna ava vexwarinê derketiye. Aliyên têkildar diyar kirin ku ew hewl didin wan pirsgirêkan çareser bikin.

Bi hatina havînê û bilindbûna pilayên germahiyê re, pirsgirêka tunebûna ava vexwarinê azarên şêniyên gundên rojava Kobanê zêde dike. Ji ber tunebûna toreyên avê û şûrbûna ava bîran neçar dimînin ava vexwarinê bikirin.

Li aliyekî din li hinek gundan ji ber kêmbûna asta çemê Firatê piştî ku dewleta Tirk asta herikîna avê wek rêbazekê ku dijminahiya xwe ji gelê herêmê re nîşan dide, ava vexwarinê qirêj bûye.

Derbarê vê yekê de Îsmaîl Eyûb ê ji gundê Piling ê 30 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê dibêje: “50 mal li gund hene. Ava bîran jî nayê vexwarin ji ber ku şûr re. Ji ber wê em neçar dimînin avê bikirin.”

Eyûb diyar kir ku ew her 15 bermîl av bi 8 hezar lîreyên Sûriyê dikirin. Ev miqdar tenê hefteyek têra wan dike.

Eyûb bang Ii aliyên têkildar kir ku avê bigihîjin gund, bi taybet li gel ku toreyek avê li nêzî gund heye. Tenê pêwîste toreyek di nav malan de were dirêjkirin

Şêniya bi navê Cemîle Berkel a ji heman gundî, got: “Em bê av nikarin bijîn. Em dixwazin av bigihêje malên me. Em nikarin avê bi vê bihabûnê bikirin.”

Têkildarî mijarê Gerînendeya Avê ya navçeya Qeneye sê projeyên gihandina avê ji gundên navçeya Qeneye re di nav de gundê Piling eşkere kir. Gerînendeyê diyar kir ku wê dest bi van projeyan kiriye.

Girêdayî qirêjbûna ava bîran li hin gundan a ji ber kêmbûna asta çemê Firatê, Gerînendeya Avê da zanîn ku pêwîstiya projeyê bi nûkirinê heye, ji ber ku hikumeta berê jêderên avê nêzî rûyê çemê hatine danîn. Her wiha piştrast kir ku ew ê di demek kin de van pirsgirêkan derbas bikin.

Li gel tunebûna avê gundên rojavayê kantona Kobanê, lê xemsariya şêniyên bajarê Kobanê heye Av bê zanabûn vala tê rijandin.

şx

ANHA


Mijarên Din