Li gundên Serêkaniyê artêşa Tirk û çeteyên wê tarûmar bûn

Şervanên QSD`ê ji saetên sibê de bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê li gundên Serêkaniyê didin. QSD`ê derbeyên giran li hêzên dagirker dixe.

Şervanên QSD`ê li gundên Serêkaniyê bersiva êrişan dan.

Li gundê Bab Xêr a Serêkaniyê, panzêreke din a artêşa Tirk a dagirker hatin teqandin. Bi vê yekê, ji şevê din heta vê kêliyê 11 erebe ji wan 2 erebeyên doçka hatin teqandin. Her wiha 5 erebeyên hêzên dagirker di qada şer de mane.

Her wiha li heman gundî, di şerê vê sibê heta beriya nîvro 30 çete hatin kuştin û gelek çeteyên din jî birîndar bûn.

Di heman demê de, li gundê Til Diyab jî 8 cenazeyên çeteyan di qada şer de mane.

(kc)

ANHA


Mijarên Din