Li Hecînê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Hêzên QSD`ê bi hevkariya şêniyên bajarokê Hecînê du çeteyên DAIŞ`ê ku derbasî bajarok bibûn û xwestin êrîşî yek ji nuqteyên QSD`ê bikin, kuştin.

Nûçegihanê me ji bejahiya Dêraozrê ragihand ku îro di saetên piştî nîvro de du çeteyên DAIŞ`ê ji çolistana Siwêda ya di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de ye bi rêya xaka di bin serweriya rejîma Sûriyê de derbasî bajaroka Hecîn a Dêrazorê bûn û xwestin êrîşî yek ji nuqteyên şervanên QSD`ê bikin.

Şervanên QSD`ê bi hevkariya şêniyên bajarok piştî şerekî,  herdû çete kuştin. Her wiha 3 şervanên QSD`ê jî şehîd bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku niha rewşa bajarok aram e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din