Di civînê de tevahî gerînedeyên klubên werzîşê yên li xeta rojhilat amade bûn. Her wiha beşdarên civînê li ser raporên ji komîteyên rêveber re yên der barê çalakiyên yekitiyê di demên berê de hatine, dayîna planên nû, şopandina pêşniyarên li ser guhartina sîstema bingehîn a yekitiyê û plana projeya yekitiyê nîqaş kirin.
Beşdaran da zanîn ku divê hin mijarên rêveberî, malî û ewlehî werin guhartin û cihên ji bo perwerde, çalakiyên perwerdê û werzîşê werin peydakirin.
Li aliyekî din jî Komîteya Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê biryar da, ku dê keşfên meydanî li yarîgeh û klubên werzîşê yên li xeta rojhilat pêk bînin û klubên dîtir ku tê de tevahî lîston û çîn hebin, amade bikin.
(fr)
ANHA