Li Hecînê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû

Mala Jinê ya bajarokê Hecînê yê rojhilata Dêrazorê dewreya perwerdeyêya hemşîretiyê ya 22 jin tevlê bibûn bi dawî kir.

Dewreya perwerdeyê ya duyemîn ku ji aliyê Mala Jinê ya bajarokê Hecînê ve hate vekirin 38 rojan dewam kir. Di perwerdeyê de 22 jinan wane li ser destwerdana lezgîn û pêçandina birînan û waneyên din dîtin.

Rêvebera Mala Jinê û berpirsa perwerdeyê Fatima Xemîs diyar kir ku ji ber tedbîrên li dijî Koronavîrusê perwerde 2 mehan sekinî û anî ziman ku armanca wan sereke zêdekirina hejmara xebatkarên tenduristiyê û başkirina rewşa tenduristiyê li herêmê da ku alîkarî bi şêniyan re were kirin.

ANHA


Mijarên Din