Li Hecînê jiyan geş dibe

Şêniyên Hecînê piştî rizgarkirin û arambûna herêmê li bajarokê xwe vedigerin. Meclisa bajarok jî bi hemû hêza xwe xizmetên sereke pêşkêşî gel dike. Meclisê di demeke kin de ji bo şêniyan ava vexwarinê peyda kir û gelek saziyên xizmetguzeriyê aktîf kirin.

Piştî rizgarkirina bajarokê Hecînê û gundewarên wê ku girêdayî rojhilatê Dêrozrê ye, şêniyan dest bi rêxistinkirina xwe di nav meclis û komînan de kir. Da ku li bajarok carek din jiyan geş bibe û aliyê xizmetguzariyê pêş bixin.

Di destpêka meha borî de li Hecînê Meclisa Gel hat avakirin. Têde gelek komîte hatin avakirin. Her komîteyek li gorî karê dikeve ser milê wê kar dike. Ev komîte evin; Komîteya xizmetguzeriyê, komîteya tenduristî, komîteya çandiniyê, komîteya lihevanînê, komîteya jin, komîteya perwerde û komîteya ciwanan. Her wiha 94 komîn li bajarok û gundewarê wê ava kirin.

Meclisa Hecînê komîteya çandiniyê ku yek ji komîteyên girîng e, ava kir. Ji ber şêniyên wê pişta xwe didin çandinî û xwedîkirina pez. Her wiha meclis di sererastkirina navenda tenduristiyê ya li navenda Hecînê de dixebite, da ku rewşa tenduristiyê li bajarok baştir bike.

Piştî rizgarkirina herêmê û peydakirina ava vexwarinê û nan, koçberên ku ji bajarok derketin ji sedî 80 vegeriyan malên xwe. Li gorî ku meclisê diyar kir, her wiha vegera şêniyan li malên wan hîna jî didome. Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah Selman diyar kir ku rewşa xizmetguzeriyê û ewlehiyê li herêmê hişt ku şêniyên Hecînê tevî rûxandina li herêmê, vegerin malên xwe.

Xebatên ku meclisê di mehûnîvekê de pêşkêş kir

Xebata herî girîng ku meclisê û bi hevkariya Şaredariya Gel a Hecînê pêk anî, ji bo hêsanî di hatin û çûna şêniyan de çêbibe bermahiyên li kolanên bajêr hatin rakirin û rê hatin sererastkirin. Her wiha jinûva sererastkirina hin stasyonên avê û kanalîzsyonên ku zirar dîtin, hatin kirin.

Meclisê ava vexwarinê ji şêniyan re bi rêya xezanên avê yên meclisê peyda kir û di sererastkirina avkêşandina ava vexwarinê de dixebite.

Di aliyê perwerdeyê de, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Hecînê peymangehek ji bo amadekirina mamosteyan ji bo sala xwendinê ya nû re vekir. Komîteyê 15 dibistan ji bo pêşwazîkirina 17 hezar xwendekar, amade kir.

Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah Selman wiha got: "Bajarê Hecînê ji herêmên ku nû ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin e. Bajar rastî rûxandineke mezin hat, rêjeya rûxandina bajêr ji sedî 65`e.”

Selah bang li rêxistinên mirovî yên li herêmê kar dikin, kir, da ku alîkariya şêniyên Hecînê bikin û jiyanê jinûva li bajêr geş bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din