Li Hecînê li dijî dagirkeriyê kon hate vedan

Li bajarokê Hecînê yê gundewarên Dêrazorê, li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre û ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê kon hate vedan.

Nerazîbûna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didome. Şêniyên bajarokê Hecînê yê gundewarên Dêrazorê, konê şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vegirtin.

Li ser deriyê konê ev silogan `` Em gelên Dêrazorê , bi yek dengî dibêjin na ji hişmendiya Osmaniya nû re`` hatibû daliqandin. Her wiha pankartên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê, sûcên wan ên der heqê gelên herêmê de û durişmên silavkirina QSD`ê, hatibûn daliqandin.

Bi sedan şêniyên bajarokê, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlehiya Hundirîn, li konê kom bibûn.

Çalakiyên protestoyî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Peşê Hevserokê Meclisa Gel a Hecîn Selah El-Selman axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Selah El-Selman, destnîşan kir ku danîna konê û beşdariya şêniyan, girêdane wan a bi welatê wan ve nîşan dide û wiha got: ‘‘Bi sebeba DAIŞ`ê ya ku Erdogan destek dide wan, me azarên mezin derbas kir, îro Erdogan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, kuştina gel û derbiderbûyê hedef digre.‘‘

El-Selman domad:`` Bila Erdogan bizanibe Sûriyê ya Sûrîyan e, gelê Sûriyê radest nabe, wî çete kom kirin, perwerde kirin û derbas kirin da sivîlan, jinan û zarokan qetil bikin û koçberiyê bibin. Bi vê yekê dixwazin li ser xaka bi saya fedakariya şehîdan hatiye rizgar kirin, xirabûnê çêkin.``

Hevsrokê Meclîsa Gel a Hecîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir:`` Erkê li ser milê me hemiyan ew e ku em li hemberî sûc û tawanên faşîzma Erdogan û hevkarên wî bibin yek, da êşa berê me bi sebeba DAIŞ`ê kişandine li herêmê dubare nebin."

 Şêniyên herêmê bê navber, berê xwe didin konê protestoyê û li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser herêmê, şermezar dikin û nerezîbûnê nîşan didin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din