Li Helebê 8 sivîl birîndar bûn

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam şeva din 12 moşek avêtin taxên bajarê Helebê yên di bin kontrola rejîma Sûriyê de. Di encamê de 8 sivîl birîndar bûn.

Piştî bidawîbûna dema agirbestê û binpêkirina wê ji aliyê çeteyan ve, li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê şerên giran rû didin. Di heman demê de jî, balafirên şer li ser esîmanê Helebê digerin.

Çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ên ku li bajaroka Keferhemra û Hirêtan ên bakurê Helebê û Raşîdin û taxa El-Zihur ên rojavayê Helebê bi cih bûne, şeva din taxa Mesakin El-Sebîl û derdora kolana Tişrîn ên din bin kontrola rejîma Sûriyê de, bi 12 moşekan topbaran kirin. Di encamê de 6 sivîl birîndar bûn.

Her wiha 2 moşek jî li taxa Cemîliyê, derdora Qesir El-Beldî û Qada Serok ketin û di encamê de du sivîl birîndar bûn û tirs kete nava şêniyan. Di heman demê de jî, ambulansan jî berê xwe da cihên topbaranê.

Hêzên rejîmê jî yên ku li Henderat û Kastêlo bi cih bûne, bersiv da û cihên çeteyan ên li Keferhemra, Hirêtan, Bilêremon, taxa El-Raşdîn û beşek ji taxa El-Zihur bi topavêjên giran û moşekên erd-erd û destekayîna helîkopterên şer ên sûrî-rûsî, topbaran û bombebaran kirin.

Karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk çû başûrê Idlibê

Têkildarî  Idlibê jî çalakvanan ragihand ku karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker, di nav de erebeyên esferên Tirkiyê, ji dergehê Keferlosîn re derbasî Idlibê bûn û berê xwe da bejahiya başûrê Idlibê.

Di heman demê de, komên Heyet Tehrîr El-Şam, dîmenek belav kir ku tê de gefê li artêşa Sûriyê dixwin ku ew ê asta şer li bejahiyên Idlib û Hemayê bilind bikin û bang li hemû komên çekdar kir ku li herêmên di bin kontrola wan de bibin yek.

Di vê agirbestê de, piştî ku çeteyan derbeyên giran ji artêşa Sûriyê û Rûsyayê xwarin, diyar bû ku çeteyan bi tevlêbûna komên Dirî El-Firat û Lîwa Şuhade Bedir û hin komên din ên ku Efrîn dagir kiriye, hêza xwe xurt kir.

(kc)

ANHA

 

 

 

 


Mijarên Din