Li Helebê bawernameyên qonaxa seretayî hatin belavkirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûdê ya girêdayî bajarê Helebê, piştî bidawîbûna sala xwendinê ya 2018`an/2019`an bawernameyên zimanê kurdî li xwendekarên qonaxa seretayî belav kir.

Piştî ku xwendekaran ezmûn li dibistana Şehîd Qehreman Efrîn bidawî kirin, îro vê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk di şahiyekê de bawername li 23`ê xwendekaran belav kir.

Şahiya belavkirina bawernameyan bi beşdariya mamosteyên taxê û malbatên xwendekaran hate lidarxistin.

Di merasîmê de yek ji rêveberên dibistana şehîd "Qehreman Efrîn", Nûjîn Osman axivî û bal kişand ser fêrbûna zimanê dayîkê.

Nûjîn di dewama axaftina xwe de tekez kir ku dibistana şehîd Qehreman Efrîn di vê salê de ezmûnên her du werzan derbas kirin, her wiha xwendekaran di xwendina xwe de peleyên bilind bidest xistin. Nûjîn Osman di dawiya axaftina xwe de hêviya serkeftinê ji hemû xwendekaran re xwest.

Piştî belavkirina bawernameyan govend û stran ji aliyên xwendekaran ve hate lidarxistin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din