Li Helebê bilindbûna nirxê madeyan û bandora Koronavîrusê

Pêşwazîkirina cejna Remezana îsal ji salên berê cudatir e. Ji ber Koronavîrus û buhayên madeyan şêniyên bajarê Helebê wekî şêniyên gelek herêmên Sûriyê zehmetiyan di peydakirina pêdiviyên cejnê de dibînin.

Îsal rewşa pêşwazîkirina cejnê cuda ye. Hê jî metirsî ji ber Koronavîrusê heye, her wiha daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar dihêle ku buhayên madeyan bi awayekî zêde bilind bibin.

Amadekariyên cejna Remezanê di sûkên herêmî yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ne wekî her carê ne. Şêranî û pêwîstiyên cejnê zêde li sûkê tune ne, her wiha tevgera gel li sûkê kêm e.

Der barê tevgera şêniyan ji bo peydakirina pêwîstiyên cejnê de welatiyê bi navê Farûq Henan ku şîraniyê difiroşe, wiha anî ziman: "Bilindbûna nirxên madeyan dihêle ku şêwazê pêşwazîkirina cejnê were guhertin. Buhabûn bûye deh qatî salên berê."

Farûq diyar kir ku tevgera kirînê ji aliyê gel ve pir kêm e.

Der barê helwesta gel ji bo bilindbûna buhayan de welatiya bi navê Renda Şêxo wiha axivî: "Em kêfxweşiya cejnê wekî demên berê, ne ji aliyê derûnî û ne ji aliyê madî ve nabînin, bi taybetî piştî belavbûna Koronavîrusê û bilindbûna buhayan. Ji ber vê yekê divê bazirgan alîkariya gel bikin, ji ber hindek malbat hene zehmetiyan di peydakirina pêdiviyan de dibînin.”

Gelek malbat şîraniyên cejnê li malê çêdikin û ev yek ji demên berê de çandek e û heya roja îro jî berdewam e.

Welatiya bi navê Elîfê Reşo jî wiha got: "Ji beriya çend salan ve min şîranî li malê çênekiriye, lê îsal ji ber buhayên wan bilind in, min xwest ez bi xwe çêkim."

ANHA


Mijarên Din