​​​​​​​Li Heleb û Cizîrê çalakiyên 4'ê Nîsanê

Bi nêzîkbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan panelek li dar xist. Her wiha endamên Kongra Star ya Kantona Hesekê li gundê Jinwar 20 dar çandin.

Bi nêzîkbûna 4ʹê Nîsanê, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan panelek bi dirûşma "Rastiya Rêber Apo rastiya me ye" li dar xist. Beşdarên panelê destnîşan kirin ku gelek girîng e fikrên Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî pêk werin.

Panel bi beşdarbûna bi dehan ciwanan li hola civînan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê lidar ket. 

Di panlê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Naîle Şêxo axivî û behsa kurtejiyana Rêber Abdullah Ocalan kir  û hinek ji gotinên wî parve kirin.

Di dawiya panelê de sînevizyonek têkildarî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ciwanan de hate pêşanda.

Di heman çarçoveyê de, endamên Kongra Star a Kantona Hesekê li gundê Jinwar ê navçeya Dirbêsiyê 20 darên merxê, zeytûn, hinar û bahîv çandin û li niştecihên gund wêneyên Rêber Abdullah Ocalan wek diyar li wan belav kirin.

Li naveçaya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê  jî endamên Kongra Star dar li mezara Diyarê Felekê ya ku goristanê gerîlayê şehîd Nezîr Êzidî lê heye, çandin

 (şx)

ANHA


Mijarên Din