Li Helebê dewreya 3`emîn a Hêzên Ewlekariya Hundrîn bidawî bû

​​​​​​​Akademiya "Şehîdên Asyîşa Helebê" bi merasîmekê dewreya 3`emîn a Hêzên Ewlekariya Hundrîn bidawî kir.

Akademiya "Şehîdên Asyîşa Helebê" a li taxa Şêxmeqsûd dewreya 3`emîn a bi navê Şehîd Ehmed Reşîd ku 2016`an li taxa Şêxmeqsûd şehîd bibû, bi merasîmekê bidawî kir.

Bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn, endamên saziyên sivîl û malbatên endamên ku tev li dewreya perwerdeyê bibûn, beşdarî mersîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Dewreya perwerdeyê heyvekê dawam kir. Di dewreyê de dersên birdozî û leşkerî hatin dayîn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi toreneke leşkerî ji aliyê endaman ve dest pê kir. Paşê Berpirsê dewreya perwerdeyê Qehreman Bekir wiha axivî:"Di şoreşê de gelê me gelek serkeftinên dîrokî bi saya têkoşîna şehîdan, bidest xist. Îro jî hemû pêkhate bi hevre dijîn. Lê dewleta Tirk a dagirker naxwaze ku biratiya gelan hebe. Ji ber wê jî êrişî gelê me kir da ku tevlîheviyê di navbera wan de ava bike. Îradeya gelan ji êriş û siyasetên wan ên faşîst xurtir e."

Her wiha Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ilham Hesûn û ji rêveberên Kongerya Star Nehla Mustefa axivîn û bidawîkirina dewreyê li endamên ku beşdarî wê bibûn, pîroz kir.

Paşê rêveberiya akademiyê bawername radestî endamên ku tev li dewreya perwerdeyê bibûn, kir. Di dawiyê de endaman soza parastina ewlehî, aramî û peydakirina aramiyê ji welatiyan re, da.

(bx)

ANHA


Mijarên Din