Di çarçoveya rêze çalakiyên civakî û gelerî ji bo piştevaniya Berxwedana Rûmetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li bajarê Helebê bi sponseriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), şevbuhêrkeke helbestê hate lidarxistin. Di şevbuhêrkê de hejmarek helbestvan û rewşenbîr amade bûn.
Çalakî li salona Efrîn ya li taxa Şiqeyêf a Helebê bi amadebûna hejmarek nivîskar, helbestvan û hunermendên şêwekar hate lidarxistin. Her wiha hejmarek malbatên şehîdan û nûnerên partiyên siyasî jî beşdar bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê rewşenbîrên Helebê Cemîl Reşîd, li ser navê TEV-DEM`ê ya Helebê endama rêveber Suad Hesen axivîn.
Axaftinvanan di serî de şehîdênBerxwedana Rûmetê û hemû şahîdên şoreşê bibîr anîn û balkişandin ser sekna gel li kêlaka Barxwedana Rûmetê.
Hat tekez kirin ku hevgirtina hemû pêkhateyên civakî û siyasî li ser pêkanîna projeya netewa demokratîk û bilindkirina asta têkoêşîn û berxwedanê li dijî dagirkeriyê girînge û divê jib o parastina destkeftiyên gelê herêmê yên bi saya fedakariyên bê hempa hatine bidestxistin bibin yek.
Paşê çend tabloyên mozîkê ji aliyê kemansaz û endamê Navenda Çand û Huner a Cemîl Horo, Fewzî Hemze hatin pêşkêkirin.
Şevbuhêrk bi xwendina helbestên bi zimanê kurdî û erebî berdewam bû. 14 helbestvanên Helebê helbestên li ser fedakariya şehîdan, berxwedana gelan û hezkirina xak û welat, xwendin.
(rr)
ANHA