Li Heleb û Hemayê şer û topbaran

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam taxên Helebê dan ber topan, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn.

Nûçegihanên me ji Helebê diyar kirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji herêma Kefer Hemra û Raşidîn ên rojavayê Helebê taxên bajarê Helebê yên di bin serweriya rejîma Sûriyê de topbaran kirin. Hate ragihandin ku bi kêmanî 12 top li taxên Mesakin Sebîl û kolana Tişrîn ketin. Li gorî agahiyên destpêkê 6 sivîl birîndar bûne. Erebeyên ambulance birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Li ser bersivîndayînê hêzên rejîma Sûriyê deverên di bin serweriya çeteyan de topbaran dikin, di heman demê de balafirên şer û yên keşfê li ser herêmê digerin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane nûçegihanên me, piştî êrîşa xwekujî ya li nuqteyên hêzên rejîmê, şerên giran di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de li derdora Kefer Nebûda yê gundewarê bakurê û rojavayê Hemayê derket.

ANHA


Mijarên Din