Li Helebê jî pîrozbahiya  Cejna Zimanê Kurdî hate kirin

Bi dirûşmeya `Bi giyanî serdemê em ê zimanê xwe biparêzin û faşîzmê bişkînin` mamoste û xwendekarên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Roja 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Bi vê boneyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC.D) a bajarê Helebê şahiyek li hola Efrîn li herêma Şiqeyf li dar xist.

Mamosteyên zimanê Kurdî yên dibistanên taxa Şêxmeqsûd û bi sedan xwendekar bi cilên xwe yên endamên saziyên sivîl û komîteyên parastinê beşdarî şahiyê  bû.

Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her du têkoşer Egîd Çîlo û Zozan û alên KPC-D hate xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk endama rêveber Sozdil Nebo axivî û Cejna Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwendekar, mamoste û rewşenbîran pîroz kir. Sozdil destnîşan kir ku avakirina nifşek zane û bi zimanê dayika xwe bi awayekî akademî fêr dibe fedekarî û têkoşînekê ji hêla mamosteyan ve pêwîst dike. Sozdil xebatên mamosteyan bi şoreşekê wesifand ji ber ku karîn zimanê ku di dirêjahiya dîrokê de ji hêla pergalên serdest ên Kurdistanê ve hatibû qedexekirin, geş bikin.

Ji aliyên xwe ve hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen û bi navê Kongreya Star Fatme Hesen axivîn. Di axaftinan de Cejna Zimanê Kurdî li tevahî mamoste û xwendekaran hate pîrozkirin. Her wiha bal hat kişandin ser hewldanên dewletên serdest ji bo înkarkirina neteweya Kurd bi rêya înkarkirina ziman û gotin: "Eger em bixwazin hebin, em ê bi zimanê dayikê, nasname û çanda xwe hebin. Heya ku armanca me pêk were û em hebûna xwe isbat bikin têkoşîn pêwîst e."

Piştî axaftinan mamosteyên beşê wêjeya Kurdî, gotinên pêşeyî, cîrok û helbest û stranên Kurdî gotin.

Her wiha xwendekarên dibistanên taxê berhemên hunerî ji stran û helbest vegotin piştre Koma Stêrkên Efrînê ya zarokan dîlanên gelêrî gerandin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên Koma Kulîlkên Azadiyê ya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê bi dawî bû.

(şx)

ANHA

 

 


Mijarên Din