Li Helebê jinên ciwan meşek bi meşaleyan li dar xist

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi pêşketiya jinên ciwan bi sedan kes li dijî dagirkeriya Tirk meşeke bi meşelayan li dar xist û dagirkeriya Tirk şermezar kir.

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê di çarçoveya pêngava Kongreya Star a bi diruşma" Ax û rûmeta xwe biparêze û dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê têk bibe" de meşeke bi meşeleyan li dar xist. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Meş ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Meşvanan meşle, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û ala Yekitiya Jinên  Ciwan û pankartên bi nivîsên "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê têk bibe" hildan. Her wiha diruşmên silavkirina berxwedana Efrîn, berxwedana Rêber Ocalan û têkoşîna jinan berz kirin.

Meş li Qada 7 Şehîdan a Şêxmeqsûda Rojhilat vegerî mîtîngê.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Berîvan Henan axivî, anî ziman ku çalakiyên wan ên li dijî gefên derve berdewam in.

Bêrîvan Henan got heta bidawîkirina dagirkeriyê û gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina Efrînê dê di nava çalakiyan de bin.

Mîtîng bi diruşmên şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din