Li Heleb û Kerame serhildana Qamişlo hate bibîranîn

Ji bo bîranîna serhildana Qamişlo Buroya Yekitiya Werzîşê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye maçek di navbera tîma şehîd Ronahî û tîma şehîd Avesta lidar xist. Her wiha Meclisa Navçeya El-Kerame daxuyaniyek da.

HELEB

Buroya Yekitiya Werzîşê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji bo bîranîna şehîdên serhildana 12`ê Adarê daxuyanî da.

Kabtina tîma şehîd Avesta, Sîdra Mihemed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

Di 12`ê Adarê de komkujiyek li dijî ciwanên Kurd li stada Qamişlo ji hêla hikumeta Sûriyê ve pêk hat. Di encamê de bi dehan ciwan şehîd bûn. Îro em li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevpar şerê zihniyeta tek nijedî dikin.

Îro em bi hev re liber xwe didin. Dixwazin vîn û israra gelan bikin hedef. Lê nektin ferqê ku em xwedî vînek xurt in. Wek Tevgera Jina Ciwan em vê komkujiyê şermezar dikin û şehîdên 12`ê Adarê bibîr tînin.

Her wiha maçek di navbera tîma Şehîd Ronahî ya Kongreya Star û tîma şehîd Avesta ya Tevgera Jina Ciwan de hate orgenîzekirin. Di dawiya maçê de tîma Şehîd Ronahî biser ket.

Di dawiya çalakiyê de endamên Tevgera Jina Ciwan û Kongreya Star tîma şehîd Ronahî xelat kirin.

KERAME

Girêdayî heman mijarê şêniyên navçeya Kerame (rojhilatê Reqa) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bûyerên stada Qamişlo komployek rejîma Baas bû. Bi armanca ku nasnameya gelê Kurd biçewsîne û fîtneyê belav bike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser ku ji ber şerê li Sûriyê ji 9 salan ve rû dide, lê serokê Sûriyê Beşar El-Esed hîna siyasetên çandina fîtneyê di navbera pêkhateyan de didomîne. Hewl dide vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne.

Her wiha di daxuyaniyê de siyasetên rejîma Sûriyê li dijî gel hatin rexnekirin.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên rejîma Sûriyê hatin redkirin. Hate teqezkirin ku tevahiya pêkhateyên bakurê Sûriyê yek in û dê têkoşîna xwe heya pêkhatina demokratîk û ne navendîbûnê berdewam bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din