Li Heleb û Kobanê şahiyên damezrandina Kongreya  Star

Kongreya Star a kantona Kobanê û bajarê Heleb salvegera 15’emîn a damezrandina kongereyê bi şahiyan pîroz kirn.

HELEB

Bi rasthatina salvegera 15’emîn a damezrandina Kongreya Star, li Hola Efrînê ya li herêma Şiqeyêf a Helebê û bi beşdariya bi sedan ji endamên Kongreya Star, saziyên sivîl û jinên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê, şahiyek hat lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre rêvebera Kongre Star a bajarê Helebê Hêvîn Suleyman axivî û ev roj li tevahî şehîd, têkoşer û jinên ku rêya azadiyê ya şerkirina pergala koletiyê bijartine, pîroz kir.

Hêvîn got: “Rêber Abdullah Ocalan şans da jinan ku azadiya xwe bi dest bixin. Em ê jî berxwedanê berdewam bikin û şopa şehîd Gulê Selmo û dayika Eqîde bişopînin.”

Piştre koma srtanan Siyajîn a Kevana Zêrîn a Helebê hin stran gotin. Beşdaran jî govend gerandin.

KOBANÊ

Îro bi hezaran şêniyên Herêma Firatê salvegera 15’emîn a damezrandina Kongreya Star li Hola Firatê ya bajarê Kobanê pîroz kir.

Di şahiya pîrozbahiyê de, bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên li Herêma Firatê û bajarê Minbicê amade bûn.

Hola pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, şoreşa Rojava, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û diruşma "Jin şoreşa Rojava diparêze", hat xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre endama Koordînashyona Giştî ya Kongre Star a bajarê Kobanê Zehra Berkel damezrandina Kongre Star li rêber Ocalan û tevahî jinên têkoşer ên ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin, pîroz kir.

Hevseroka Şaredariya Gel a Elî Baceliyê ya girêdayî bajarê Girê Spî yê dagirkirî Zerîfa Mewas ev roj pîroz kir û got ku rojeke nimûne ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Zerîfa piştrast kir ku Kongre Star, berdewama mîrsa tevahî têkoşerên mîna Saknîa Cansiz, Besê, Zîlan û Bêrîtanan e.

Berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Ibtîsam Abdulqadir damezrandina Kongre Star a ku di salên borî bi rihê berxwedan û têkoşîna bênavber tevî astengiyên dihatin pêşberî wê, pîroz kir. Ibtîsam diyar kir ku di dirêjahiya damezrandinê de bûbû piştgirê şoreşa jinên azad ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, dîlan hat gerandin û koma Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê hin stran pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA   


Mijarên Din