Li Helebê mayinek teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li taxa Sikerî ya bajarê Helebê mayinek teqiya û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.

Çavkaniyan ji taxa Sikerî ya Helebê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku saet di 12:30`an de li nêzî Dibistana Semîr Ebû Hoş a li taxa Sikerî dema ku zarok ji dibistanê derdiketin, mayînek teqiya. Di encama wê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn. Her du zarokên birîndar ji bo tedawiyê rakirin yek ji nexweşxaneyên bajarê Helebê.

Tê zanîn ku li derdora parêzgeha Helebê ji ber şerê di navbera rejîma Sûriyê û komên çete de, tevlihevî û bêaramî heye.

Sala 2016`an li taxa Sikerî di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerên dijwar rû dan û ew şer di dawiya sala 2016`an de bi derketina çeteyên Tirkiyê ji bajarê Helebê, bi dawî bû. Lê heta niha li derdora bajarê Helebê şer didome.

(bx)

ANHA


Mijarên Din