Li Helebê pêngava dezenfektekirinê berdewam e

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên dezenfektekirina kolanên sereke û erebeyên welatiyan didomîne.

Di çarçoveya tedbîrên li dij Koronavîrusê de, Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên pêngava dezenfektekirina kolanên herdu taxan û erebeyên welatiyan yên tên û diçin taxê didomîne.

11 karkerên şaredariyê, tevî 5 alavan xebatên dezenfektekirinê pêk tînin. Her wiha du karkerên sabit li deriyên Cezîrê erebeyên welatiyan yên tên û diçin taxê dezenfekte dikin.

Girêdayî mijarê serokê şaredariya beşê rojava Hesen Mihemed diyar kir ev pêngav berdewama tedbîrên ji bo pêşlîgirtina vîrusa Koronayê ye.

Mihemed anî ziman ku pêngava bi hevkariya şêniyan wê berdewam bike ta bighêje armancê xwe.

Karkerê Şaredariyê Mihemed Abdullah jî got, ew bi şev û roj ji bo parastina şêniyan ji xeteriya vîrusê kar dikin.

Ajokarê kamyona madeyan xwarinê Mihemed Hetab spasiya Hêzên Asayîşê, Şareariya Gel û Meclisa Tenduristiyê kir ji ber tedbîrên ku girtine.

Hetab bang li şêniyên kir ku li paqiya giştî miqate bin û biryarên ku ji bo rêgirtina li ber vîrusa Koronayê hatine girtin, pê bînin.

ANHA


Mijarên Din