Li Helebê rûspiyên Ereb û TEV-DEM li hev civiyan

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkildarî geşedanên siyasî û girîngiya komxebata eşîran a li Eyn Îsayê hatibû lidarxistin civîneke berfireh ji rûspiyên eşîrên Ereb re hate lidarxistin.

Li ser vexwendina Tevgera Civaka Demokaratîk (TEV-DEM) a Helebê, civîneke berfireh bi amdebûna rûspiyên Ereb ên taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin. Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî û helwestên rejîmê û Rûsyayê ji komxebata eşîran a li navçeya Eyn Îsayê pêk hat.

Bi navê TEV-DEM‘ê Şêx Elî Hesen axivî, bal kişand li ser projeya neteweya demokratîk û anî ziman ev proje hemû pêkhateyên Sûriyê di bin banekî de kom kirin, ku cudahiyê di navbera pêkhate, ol, mezheb û etnîkan de dernaxîne.

Hesen anî ziman ku di 8 salên aloziyê de gelek guhertin û veguhertin rû dan û got:  "Di nava 8 salên aloziyê de mirov hatin kuştin û koçberkirin, dever hatin rûxandin û bi çarenûsa gelê Sûriyê hate lîstin. Rûsya û Tirkiyê li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê lihev kirin, ku gelên Heleb, Efrînê û deverên din fatoreya lihevkirinan dan."

Hesen di berdewama axaftina xwe de desnîşan kir ku li hemberî planên kuştin û wêrankirinê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya xwe ya neteweya demokratîk afirandin ku hemû pêkhateyên Sûriyê ji Kurd, Ereb, Tirkmen, Asur, Suryan, Îslam, Xiristiyan û Êzidî di nav xwe de digire. Hesen anî ziman ku hevgirtina hemû pêkhateyan hêza tekane ye ku gel ber bi aramiyê ve bir û herêm ji rêxistinên terorîst mîna DAIŞ‘ê rizgar kirin."

Şêx Hesen Elî di berdewama axaftinên xwe de anî ziman ku serkeftina vê projeyê bi komxebata eşîrên Ereb a li Eyn Îsayê tacîdar bû û wiha pê de çû: "Ev komxebat rastî helwestên erênî ji hêla rejîma Baas û alîgirê wê ve hat. Ji ber ku evanan naxwazin gelê Sûriyê bibin yek û çarenûsa wan bibe yek û herêmên xwe bi xwe rêve bibin. Ji ber vê yekê gefa îxanetê û ajantiyê li komxebatê kirin. "

Hesen di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sûcên Erdogan li dijî gelê Sûriyê û got, her kes şahid bû dema Erdogan rojhilatê Helebê li beramberî dagirkirina Babê radestî rejîmê kir û bû sedema kuştin, koçberkirina û wêrankirin.

Şêx Elî Hesen di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina hevgirtinê li hemberî dijminên gelê Sûriyê û wefedariya bi xwîna zarokên ku di oxira rizgarkirina herêmê de canê xwe dane kir û got: "Projeya neteweya demokratîk a ku banga biratiya gelan dike, misogeriya jiyaneke bi rumet ji hemû pêkhateyan e di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî."

ANHA


Mijarên Din