Li Helebê salvegera 16‘emîn a damezirandina PYD‘ê hate pîrozkirin

Salvegera 16‘an a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk li Helebê hate pîrozkirin.

Şahî li hola Efrîn  a li taxa Şiqêf hate lidarxistin. Bi sedan kes, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (Yekitî), Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Konferans), Partiya Sûriyê ya Netewî ya Civakî, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di şahiyê de amade bûn.

Hola şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên PYD, TEV-DEM û pankartên bi nivîsên "Bi vîn û berxwedanê em ê komploya navdewletî têk bibin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin" û "Em salvegera 16‘an a damezirandina PYD‘ê li gelê me yê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz dikin " hatibû xemildandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Buroya PYD‘ê ya Helebê Îsa Mistefa, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Konferans) Remzî  Şêxmûs, Partiya Yekitiya Demokratîk (Yekitî) Hisên Termûş, endama Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Suhêla Birêm, Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Welîd Nasan û bi navê Partiya Sûrî ya Netewî ya Civakî Fadî Îsmaîl axivîn.

Di axaftinana de salvegera damezirandina PYD‘ê li hemû şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan hate pîrozirin û şehîdan têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn. Her wiha hate gotin ku PYD‘ê ji partiyên ku şehîd di oxira azadî, jiyana hevbeş û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de dan.

Piştre koma Serhed a dîlanan a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horî û koma Çiyayê Kurmênc dîlan û stran pêşkêş kirin.

Beşdaran li ber stranan dîlan gerandin.

ANHA


Mijarên Din