Li Helebê salvegera şoreşê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Li Helebê salvegera 7‘emîn a Şoreşa Rojava bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Şervanên YPG û YPJ‘ê bi şahiyek salvegera 7‘emîna a Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Şahî di merasîmeke leşkerî dest pê kir. Ji fermandarên YPJ‘ê Sozdar Efrînê axivî û ev tişt anî ziman: " Bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em salvegera 7‘emîn a Şoreşa Rojava pîroz dikin, bi saya Ocalan serkeftin di her qadan de pêk hatin."

Piştre hunermenêdên Yekitiya Hunermendan stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Şervanan li ber stranan xelekên dîlanan gerandin.

Li aliyekî din jî bi hezaran şênî ji ber hola civînan a li beşê rojayê taxa Şêxmeqûdê heta qada taxa Eşrefiyê meşiyan.

Meş li qada Eşrefiyê veguherî şahiyê. Piştî deqeya rêzgirtin ji fermandarên YPG‘ê Botan Andok, rêveberê MSD‘ê Mirî Şiblî, rêveberê PYD‘ê Arif Ebdo û rêvebera Kongreya Star Hêvîn Silêman axivîn. Kesên axivîne diyar kirin ku Şoreşa 19‘ê di berxwedanî û serkeftina li dijî terorê de xwe hêza xwe diyar kir û dikarî yekitiya gelan ava bike.

Piştre komên stran û dîlanan ên navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo berhemên xwe pêşkêş kirin.

Şêniyan li ber stranan xelekên dîlanan gerandin.

ANHA


Mijarên Din