Li Helebê Şaredariya Gel pirsgirêka kanalîzasyonê çareser kir  

Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd a girêdayî bajarê Helebê pirsgirêka kanalîzasyon û belavbûna bihna genî ku li aliyê rojava û kolana sereke ya aliyê rojhilat dirdiket, çareser kir.

Buroya Fenî ya girêdayî Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê ya bi ser bajarê Helebê ve, piştî kanalîzasyon hatin girtin, bihna genî belav bû û ava rîgaran derbasî avahiyên welatiyan bû, projeya xwe ya guhartina kanalîzasyonê li rêyên rojava  ji taxa Şêxmeqsûd û kolana sereke ya bazara rojhilat, pêk anî.

Têkildarî mijarê ji rêveberên Buroya Fenî diyar kir ku projeya ku dikeve aliyê mizgefta Selaheldîn a girêdayî aliyê rojava hindik maye bidawî bibe, lê projeya girêdayî rojhilatê bazarê hîn xebata wê berdewam e.

Berpirsê buroyê got nêzî 50 m toreyên kanalîzasyonê hatin guhartin.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din