Li Heleb şehîdek hat oxirkirin û nasnameya şehîdek din hate eşkerekirin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê YPG`ê bûn. Her wiha nasnameya şervandkê Hêzên Parastina Gel hate eşkerekirin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye îro cenazeyê şervanê YPG`ê Nûrdîn Rehmûk ( Amed Gavar) ê ku di 11`ê Cotmeha 2019`an de şehîd bûye oxir kir. Her wiha nasnameya şervanê Hêzên Parastina Gel  Cemal Meimo (Şiyar Meimo) yê ku di 25`ê Hezîrana 2019`an de şehîd ketiye hate eşkerekirin.

Kerwana şehîd ji ber nexweşxaneya Şehîd Xalid El-Fecir ber bi goristana gundê Pino li herêma Şiqeyf ve birêket.

Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Paşê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Ayşe Hiso, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Remzî Bekir axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîda re xwestin û destnîşan kirin ku bi saya xwîna şehîdan gelek destkeftî hatin bidestxistin.

 Her wiha destnîşan kirin ku hîna fedekarî têne pêşkêşkirin, da ku tevahiya herêmên hatine dagirkirin rizgar bibe û koçber çi yên Efrîn an jî Girê Spî yan jî Serêkaniyê vegerin warên xwe.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan û şervanên li eniyan silav kirin.

Piştre endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo wesîqeyên şehadeta şehîd Amed û Şiyar xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyê şehîd Amed Gavar di nav tilîliyên dayîkan de  û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanên Serdemê û Rûmetê li dijî artêşa Tirk a dagirker veşart.

(şx)

ANHA


Mijarên Din