Bi armanca hişyarkirina ji zirarên bi karanîna madeyên hişbiriyê û akolê ciwanên Mala Êzidî bi hevkariya Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê semînerek bi rêya senvîzyonekê da.
Semîner li hola civînan a li aliyê rojavayê taxê bi beşdarbûna dehan şênî di nav ciwanên taxê hate dayîn.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Dr.Ebdilqadir Hesko li ser xeteriyan madeyên akolê û hişbiriyê li ser tenduristiya mirovan, şîrove kir.
Hesko îşaret bi girîngiya rêgirtina li ber vê diyardeyê û hişyarkirina kesên ku bi madyên hişbirê ve hatine girêdan kir got: "Dema pêwîst ji bo paqijkirina jehrê ji laş di navbera 2 heta 7 rojan jêra divê, her wiha divê derman bê bikar anîn ji bo ji bandora van madeyan xelas bibin."
Dr.Ebdilqadir Hesko di dawiya semînerê de destnîşan kir ku girîng e rêyên xelaskirina ji xeteriyên madeyên hişbirê bê peyda kirin û diyar kir ku ji ber kesê xwe ji madeyan xelas neke ew ê bi nexweşiya mîna nermbûna hestiyan, iltîhaba kezebê û gelek nexweşiyên din bikeve.
(jo)
ANHA