Li Helebê sûîqasta çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam: Ciwanek birîndar bû

Li taxa Zehra ya bajarê Helebê sivîlek bi suîqasta çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam birîndar bû. Her wiha top li ser taxên Mesakin Sebîl, Suryana Nû û Eşrefiyê ketin, bêyî ku ziyanên mirovî çêbin.

Li taxên bajarê Helebê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ve êrîş çêdibin. Çete dixwazin li herêmê bi pêş bikevin da ku rêyên sereke bigirin.

Taxên herî zêde têne topbarankirin, taxa Suryan a Nû û Mesakin Sebîl ên dikevin aliyê rojavayê bajarê Helebê ne. Her du tax dibin hedefa topên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku li aliyê bakur û rojavayê bajêr bi cih bûne.

Her du tax dikevin ser baregeha leşkerî ya Tariq bin Ziyad a hêzên rejîma Sûriyê. Topên rejîmê li wê derê bicihkirî ne û ji wê herêmê, herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de bi moşekan bombebaran dikin. Çete jî bersivê didin. Top li derdora baregehê, li ser malên sivîlan ên li taxa Suryan a Nû ya başûrê rojhilatê baregehê û taxa Sebîl a başûrê rojavayê baregehê dikevin.

Şêniyên wan taxan di nava metirsiyê de dijîn. Piraniya wan di odeyên biçûk ên hundirê malên xwe de dijîn. Ji wan jî yên ku dev ji malên xwe berdane û li taxên dûrî topbaranê dijîn jî hene.

Li gorî hinek çavkaniyan hebûna topavêjan di nava taxên sivîlan de, dibe sedema tevliheviyê. Lê şênî nikarin ji aliyê peywendîdar bixwazin ku topavêjan derxin, ji ber ku ditirsin bên girtin.

Di şerê duh ê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de, moşekek li cihekî vala di navbera taxa Suryan a Nû û Eşrefiye de ket, her wiha 2 top li taxa Mesakin Sebîl ketin bêyî ku tu zerarên mirovî çêbin.

Her wiha moşek li taxa Mesakin Sebîl û di navbera taxa Suryan a Nû û Eşrefiyê de di saetên êvarê de ketin û di encama  sûîqasta çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ên li rojavayê taxê de, ciwanek li taxa Zehra birîndar bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din