​​​​​​​Li Helebê tecrîd hat şermezarkirin û Pêngava 15'ê Tebaxê hat silavkirin

Bi dirûşmeya “Bi rihê 15’ê Tebaxê em ê azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bikin”, Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û bîranîna salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, meşek li dar xist..

Bi sedan ciwan û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev li meşê bûn ku ji pêşiya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsd ber bi çerxerêya Şehîd Destîna ya beşa rojhilat a taxê ve dewam kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Jinên Ciwan hatin hildan. Her wiha diruşmeyên silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê û banga azadiya fêzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş çerxerêya Şehîd Destîna veguherî mîtîngê, piştî deqeyek rêzgirtin, endama Yekitiya Jinên Ciwan, Hêva Bekir axivî, diyar kir ku dewleta Tirk û  dewletên kapîtalîst rêber Ocalan ji ber têkoşîna wî ya ji bo azadî û mirovahiyê, dîl girtin.

Hêva Bekir tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û got: “Em wek Yekitiya Jinên Ciwan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêberê xwe em ê çalakiyên xwe li dar bixin û dakevin kolanan, rêber Ocalan fîzîkî li Îmraliyê ye lê fikrê wî di nav me de ye, faşîzma Tirk nikare rêberê me ji me dûr bixîne.”

Hêva Bekir wiha domand: “Di vê şoreşê de jin xwe di hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin kir û şerê rêxistinên terorîst ên cîhanî wek DAIŞ’ê kir, îro jî dewleta Tirk ji bo tolhildana DAIŞ’ê jinên azad û yên fermandar hedef digire.”

Her wiha, Hêva Bekir salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got ku roja 15’ê Tebaxê êdî bûye roja jidayîkbûna nû ya gelê Kurd û gelên herêmê.

Çalakî bi siloganên silavkirina berxwedana gerîla û şehîdan û rêber Ocalan bi dawî bû.

 (mh)

ANHA


Mijarên Din