Li Helebê tedbîrên li dijî Koronavîrusê û piştgiriya şêniyan

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevkariya meclisa giştî ya her du taxan bi armanca piştgiriyê şêniyan ji ber qedexeya derketina derve bike, hinek biryar dan.

Di çarçoveya tedbîrên li dijî Koronavîrusê de Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî nîqaşên bi meclisa giştî ya her du taxan re biryarên girîng dan. Armanc ji biryaran ew e ku barê jiyanî yê şêniyan li gel qedexeya derketina derve sivik bibe.

Ji biryarên ku hatine girtin, şaredarî fatoryên paqijiyê, kehrebe û kirê yên mehên Adar û Nîsanê ji şêniyan nastîne.

Der barê mijarê de hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Roşîn Mûsa ji ANHA‘yê re axivî.

Roşîn diyar kir ku li dijî Koronavîrusê ew bi hemû keda xwe ketinê seferberiyê da ku welatiyan ji Koronavîrusê biparêzin. Roşîn Mûsa wiha got: “Di hemû aliyan de me gelek biryarên girîng ji bo piştgiriya şêniyan dan. Ji wan fatore hatin betalkirin."

Li gorî berpirsên Komîteya Kehrebe ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, lêçûna mazotê ya dê li xwediyên jeneratoran werin belavkirin da ku kehrebe bide şêniyan 25 milyon û 491 hezar lîreyên Sûrî ye.

Pêwîstiya hemû jeneratorên taxê di nava hefteyekê de 293 bermîl e. Lêçûna her bermîlekê di sûkan de ya ku şaredarî jê digire 87 hezar lîreyên Sûrî ye.

Roşîn, destnîşan kir ku ew bi xwediyên jeneratoran re civiyan û mijar bi wan re nîqaş kir û anî ziman ku xwediyên jeneratoran biryar pêşwazî kir û dê di vê hefteyê de bikeve miryetê.

Şaredariyê her wiha, birayra da ku kirêya meha Nîsanê ji xwediyên dikanên girtî negirin. Her wiha fatoreya paqijiyê ya mehên Adar û Nîsanê ji dikanên girtî negirin. Lê dikanên ku di qedexeya derketina derve de cih nagirin wekî dikanên xwarinê û dermanxane dê fatoreyan bidin.

Roşîn anî ziman ku di vê demê de pêwîstî bi hevgirtinê heye û domand: “Wekî Şaredariya Gel, hemû îmkanan bi kar tînin da ku vê pêvajoyê bi silametî derbas bikin.”.

Roşîn bang li şêniyan kir ku li gorî biryarên hatine dayîn tev bigerin, paqijiya giştî û ya kesayetî pêk bînin da ku Koronavîrusê li herêmê bi der nekeve.

ANHA


Mijarên Din