Li Helebê têkildarî rola jin di şoreşê de panel hate lidarxistin

Buroya Jin a PYD‘ê ya Helebê ve der barê rewşa jin li Sûriyê paneleke li dar xist. Di panelê de geşedanên siyasî û bandora wê li ser jinan, her wiha şoreşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Panel li Hola Efrînê ya herêma Şiqêf bi beşdarbûna 60 nûnerên jin ên partiyên siyasî, sazi û rêxistinên sivîl ên Helebê, kesayetên serbixwe û mêvan ji herêma Firat û kantona Şehbayê hat lidarxistin.

Dîwana panelê ji rêvebera Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star a Helebê Leyla Xalid, endama Rêxistina Jin a PYD‘ê ya Helebê Roşîn Mûsa û Rêvebera Buroya Jin a PYD‘ê Nercis Bekir pêk dihat.

Panel bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Axaftina destpêkê ya panelê ji aliyê Rêvebera Buroya Jin a PYD‘ê Nercis Bekir ve hate kirin. Nercis Bekir bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku armanca panelê nîqaşkirina rewşa jinên li Sûriyê di her aliyan de ye.

Paşê jî belgefîlmê "Qêrîna Efrînê" ya ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve hatiye amadekirin hate pêşandan. Belgefîlm balê dikşîne ser sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê.

Piştî pêşandana belgefîlmî, mijarên panelê hatin nîqaşkirin.

Beşê yekemî: Rewşa siyasî

Roşîn Mûsa di mijara yekemîn a panelê de geşedanên siyasî li Sûriyê nirxandin û belgeya nêrîna siyasî ya Buroya Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwend.

Roşîn bal kişand ku aloziya Sûriyê encamên destwerdanên derve di karûbarê Sûriyê de ye û got: "Hêzên herêmî û navdewletî di Sûriyê de lihevkirin û bazaran dikin û ji bo berjewendiyên xwe di nave pêşebaziyê de ne. Di gelek caran de jî di nava nakokiyan de ne. Şerê bi wekîlan veguherî şerê dewletan. "

Nercis her wiha anî ziman ku mudaxeleya Tirkiyê ya ku ji sedî 33 xaka Sûriyê dagir kiriye sedema sereke ya aloziyê û rûxandina binsaziya Sûriyeyê û destnîşan kir ku merheleya heyî pir hesas ji ber ku dê çarenûsa gelê Sûriyê diyar bike."

Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên navxweyî pêkan e. Her wiha banga rizgarkirina herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatin dagirkirin, hate kirin.

Beşdaran serkeftinên QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê silav kirin ku gotin ev serkeftin berhemên hevgirtina gelê Sûriyê ye.

Mijara duyemîn: Rola jin

Di vê mijarê de, Nercis Bekir nêrîna partiyê ya der barê rola jin a pêşeng di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir û anî ziman ku jin di her qadan de roleke pêşeng lîst.

Di nîqaşên beşdaran de, behsa dîroka jin di civaka xwezayî de, têkoşîna wê ya li hemberî hişmendiya baviksalarî hate kirin.

Beşdaran destnîşan kirin ku bi aloziya Sûriyê re herî zêde jinan para xwe ji êş û azaran girtin, lê li hemberî mercên şer li ber xwe dan. Her wiha behsa şoreşa jin li Bakurê Sûriyê kirin û gotin ku jinan di nava meclis û saziyên sivîl û leşkerî xwe bi rêxistin kirin.

Di axaftinan berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin û gotin, Leyal Guven kesayeta jina azad û berxwedêr diyar kir.

Di dawiyê panelê de daxuyaniyek ji aliyê Roşîn Mûsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk û hemû saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cesaret li hemberî hemû komployên li dijî wan sekinî. Dê têkoşîna xwe dewam bike heta tevahî herêmên dagirkirî rizgar bike û destkeftiyên şoreşê biparêze. Jinên herêmê dê hemû pêkhateyên civaka Sûriyê bike li Sûriyê bighînin hev din û jiyana hevbeş pêş bixînin. Bi pêşengtiya jina azad ê ber bi Sûriyeke pirreng û ne navendî ve."

ANHA


Mijarên Din