Li Helebê topbaran, kuştî û birîndar hene

Li bajarê Helebê di encama topbarana di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên rejîmê de 8 sivîl hatin kuştin, her wiha zirarên madî û mirovî jî çêbûn.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker şevê din bi moşekên BM21 taxa Muhafeza ya bajarê Helebê û bejahiya rojavayê bajêr topbaran kirin. Her wiha nuqteyên herî hesas ku berpirsên rejîmê li Helebê tê de dijîn û kirin hedef.

Lê tenê zirarên madî çêbûn, bêyî ku tu agahî der barê kuştiyên sivîl an jî ji hêzên rejîma Sûriyê de werin bidestxistin.

Çavdêran diyar kir ku topbarana çeteyan li ser taxa ku dikeve navenda Helebê û yek ji taxên herî hesas ji bo hêzên rejîmê ye, nameyek ku heger were xwestin, çeteyên Tirkiyê dikarin bi çekên Tirkiyê li navenda bajêr bixin.

Ji bo bersiva vê yekê çeteyan gelek taxên Helebê topbaran kirin, her wiha derdora koçe beledî kir hedef. Hêzên rejîmê jî bi awayekî dijwar bejahiya rojava û bakurê Helebê topbaran kir. Topbaran bi taybet li ser bajarokê Kefer Hemre bi top û moşekên erdê hat kirin.

Di topbaranê de 8 sivîl hatin kuştin

Di encama topbarana hêzên rejîmê de welatiyê bi navê Ehmed Abdulkerîm Elo (65) û zarokê bi navê Mehmûd Sîrac El-Dîn (13) jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li bajarê Helebê yê Sûriyê ji şevê din ve şereke giran heye. Her wiha li taxa Heleba Nû komkujiyek pêk hat, di encama wê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn. Herî dawî jî hêzên rejîmê bajarokê Kefer Hemre kir hedef.

(bx)


Mijarên Din