Li Helebê turnuvaya şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd destpê kir

Yekitiya Werzîşê ya girêdayî  Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê turnuvaya futbolê ya bi navê `Şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd` destpê kir.

Maça yekemîn a turnuvayê di navbera tîma Berxwedan a girêdayî Partiya Yekitiya Demokratîk û tîma Serdem a Yekitiya Werzîşê li stada Şehîdên  Berxwedana Şêxmeqsûd destpê kir. Stad dikeve kolana 20 a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de.

Di dawiya maçê de tîma Serdem bi encama 15-9 li ser tîma Berxwedan bi serdikeve.

Turnuva dê heya 24`ê Hezîranê bi tevlibûna tîmên ciwanan ên girêdayî saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd  bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din