Li Hemayê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de şer

Di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de rojane şer dijwartir dibe. Eniya şer berfirehtir dibe û îro li giştî bejahiyên Hemayê şer rû da, her wiha di encama şerê îro de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku şeva din şerekî dijwar di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de li eniyên  Sehil El- Xab li bejahiyên Hemayê rû da.

Şer herî zêde li eniyên Qahira û Menara, tevî topbaran û hedefgirtina dualî rû da, di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.

SOHR’ê da zanîn ku sewqiyatên leşkerî ku ji leşker û wesayitên çeteyên Feyleq El-Şam pêk dihatin, gihaştin eniyên şer ên herêma Cebel El-Zawiya a bejahiya başûrê Idlibê, tevî ku herêma Cebel El-Zawiya di van rojên dawîn de tê topbarankirin.


Mijarên Din