Li hember feraseta baviksalar astengî derbas kirin û xebatên xwe didomîne

Sefa El-Ehmed tevî nexweşî û temenê xwe yê mezin wek hevseroka Meclisa Taxa Ewel a Tebqayê dixebite û têkoşîna pêşxistina civakê û bi sînordarkirina hişmendiya baviksalar dike.

Jinên herêma Tebqayê ji ber adet û kevneşopên paşverû ku li ser wan hatibûn ferzkirin, gelek azar kişandin. Bi dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê  re ev azarên wan zêdetir bûn. Çeteyan jin wek kole hesab dikirin û ji mafên wan bê par hiştibûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di pêngavên rizgarkirinê de azadiya jinan wek armanca xwe ya sereke girt. Bi rizgarbûnê re jinan xwe di nava saziyan de bi rêxistin kir û rola xwe ya çalak di civakê de pêk anîn.

Jina bi navê Sefa El-Ehmed hevseroka meclisa taxa Ewle ya bajarê Tebqayê ye. Sefa di salên xwe yên 50‘yî de ye û hin nexweşiyên wê hene. Lê tevî vê yekê erka xwe ya xizmeta civakê û azadiya jinan pêk tîne.

Sefa El-Ehmed ji rojên destpêkê yên rizgarkirina bajarê Tebqayê ve beşdarî birêxistinkirina meclisan û malên gel dibe.

Sefa li ser astengiyên ku li pêşiya karê wê derketin, dibêje: "Destpêkê nêrîna civakê karê jinan qebûl nedikir. Lê bi demê re û bi rêya dewreyên zanistî yên akademiyan ev pirsgirêk derbas bûn. "

Sefa tîne ziman ku kesên ku bixwazin xwe bi rêxistin bikin û cidî bixebitin, divê ji xwe dest pê bikin, xwe perwerde bikin da ku bikarin civakê bi awayekî durist fehm bikin û got: "Divê hemû jin xwe perwerde bikin da ku bikarin hemû astengiyan derbas bikin û rola xwe ya çalak di civakê de pêk bînin."

ANHA


Mijarên Din