Li hember Koronayê rihê hevkariyê

Werşeya dirûnê ya sivîl, ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê re maskeyan çêdike. Ev yek rihê hevkariyê li hember xeteriya vîrûsa Koronayê çêdike.

Bi belavbûna vîrûsa Koronayê li tevahî cîhanê re daxwaza rêbazên parastinê ji vê vîrusê bi taybet maskan, zêde bû.

Werşeya Qisêban a dirûna cilan a li taxa Muftî ya bajarê Hesekê, ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr maskeyan çêdike.

Ev jî ji rêzeînsiyatîfên mirovî pêk tê ku hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya sekna li hember aloziyan eşkere dike.

Endama rêveber a werşeyê Şemse Hesen wiha got: "Piştî belavbûna Koronavîrusê li tevahî cîhanê, xwesteka li ser rêbazên parastinê, bi taybet maskeyan zêde bû. Lê ji ber ku li dermanxaneyan tune ye û bihaye, di vê demê de ji dêvla cilan maskan çêdikin."

Şemse Hesen wiha domand: "Dê hezar mask bê çêkirin û bi madeyên bijîşkî bên dezenfektekirin û li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn bên belavkirin. Ji ber bi saetên dirêj li ser bendên kontrolê dimînin ku parastina herêmê bikin ku qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin."

Şemsa Hesen bal kişand ser ku dema qedexeya derketinê li herêmê hatiye ferzkirin wan werşe girt, lê belê ji bo vê însiyatîfê wan ji nû ve werşe vekir.

Şemse di dawiya axaftina xwe de bang li bazirgan û kesên xwedî werşe û kargehan kir ku di vê demê de bi însiyatîfa alîkariya şêniyan rabin, rewşên xizanan ber çavan re derbas bikin û alîkariya wan bikin.

Her wiha berê werşeya Heyva Sor a Kurd a Şehbayê werşeya çêkirina maskan li herêmê amade kir û li koçberên Efrînê mask belav kir. Li aliyekî din jî ciwanê bi navê Şoreş Şêx Dawûd ji gundê Qirmanî yê Dirbêsiyê 200 mask çêkir û li şêniyên gund bê pere belav kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din