Li hemberî plana nû ya dagirkirinê ya Erdogan parastina şoreşê!

Meha borî, li Eyn Îsayê civînek bi beşdariya rayedarên Rûsya, Sûriye û QSD'ê li dar ket. Di wê civînê de, Rûsyayê ji rayedarên QSD’ê xwest ku Eyn Îsayê radestî hikumeta Şamê bikin. Lê belê QSD’ê ev daxwaza Rûsan anku ferzkirina wan, red kir.

Li ser redkirina QSD’ê, Rûsan çiraya kesk nîşanî dewleta Tirk a dagirker da û êrişên dagirkirinê yên li dijî Eyn Îsayê dijwartir bûn.

Li dijî Eyn Îsayê ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êriş li ser hene û 2 hefte ye ku ji bejahiyê ve jî êrişên dijwar pêk tên. Lê belê, piştî ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv da, êriş hatin şikandin û dagirkeran nekarî bi pêş ve biçin. Bi vî rengî planên Rûsyayê yên êrişa li dijî Eyn Îsayê jî pûç bûn.

Her çend êrişên li ser Eyn Îsayê hatin şikandin û paşvexistin jî, planên dagirkirinê yên serokê faşîst Erdogan ên li ser herêmê bi tevahî ji holê ranebûne. Ji ber ku di daxuyaniyekê de ku di 22'yê Çileyê de da, wî peyama "Em dikarin şevekê ji nişka ve êrişî Şengalê bikin" da.

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar 18'ê mehê çû Iraqê, bi rayedarên iraqî re rêzecivîn pêk anîn. Dema ku di axaftinan de planên êrişa hevpar a li dijî tevgera azadiya Kurd hatin nîqaşkirin, yek ji mijarên sereke jî Şengal bû. Bêguman, pir bi îhtîmal e ku êrişên muhtemel ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hedefeke domdar a dewleta Tirk e, di navbera aliyan de hatibe nîqaşkirin.

Berî hevdîtinên Akar ên li Bexda û Hewlerê, çapemeniyê ragihand ku musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan bi dizî çû Şamê û bi hikumeta Şamê û Esad re civiya. Di civînê de, qutkirina dan û standinên Şamê li gel Rêveberiya Xweser û rakirina provokasyonên cur bi cur ên li Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizir hate gotûbêjkirin. Di 20 rojên dawîn de, bi dehan pevçûn di navbera hêzên rejîmê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di bin Rêvebiriya Xweser de li Qamişlo û Hesekê rûdan û rejîma Şamê hewl da ku çeperên leşkerî yên nû ava bike û êrişên provokatîf li her du bajaran pêk bîne. Van êrişên provokatîf bê encam man, lê aloziya li qadê didome.

Mijarek din a girîng jî peyama Erdogan a "Em dikarin şevekê ji nişka ve êrişî Şengalê bikin" bû.

Diyar bû ku dewleta Tirk wekî ku piştre di çapemeniyê de hate ragihandin, di demeke kurt de amadekariya êrişa dagirkirinê ya nû ya li dijî Şengal û Dêrikê dike.

Hin çavkaniyên di nav QSD’ê de piştrast kir ku agahdariya wan pê heye ku dewleta Tirk dê êrişeke nû ya dagirkirinê li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide destpêkirin.

Tê zanîn ku Erdogan dev ji plana xwe ya dagirkirinê ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernade û dê di firsenda herî biçûk de êriş bike.

Îcar, gelo îhtimal heye ku Erdogan di warê atmosfera siyasî û leşkerî de êrişeke wiha ya dagirkirinê bike?

Ev rastiyek e ku Erdogan berê planên xwe yên dagirkirinê bi rêya rêxistinên çete yên wekî DAIŞ û El-Nusra pêk dianîn. Lê belê ew rêxistinên çete ji hêla YPJ, YPG û QSD’ê ve hatin şikandin û pîlanên Erdogan jî pûç kirin. Erdogan fêm kir ku ew nikare bi van rêxistinên çete re bi pêş de here, Erdogan bi xwe ket dewrê û herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Gire Spî dagir kirin, ku vê carê jî bi erêkirina Rûsya û DYA’yê pêk hat.

Bi kurtasî, têkçûna pergala xîlafetê ku rêxistina çete DAIŞ’ê dixwest li Rojhilata Navîn ava bike, pîlanên Erdogan serobino kirin.

Piraniya pîlanên vê zîhniyetê yên dagirkirina tevahiya Bakurê û Rojhilatê Sûriyê bê encam man û têk çûn. Lê dîsa jî, ev planên dagirkirinê, hewl tê dayîn ku bi rengekî werin domandin. Ji bo vê yekê, ew ê bixwazin ku fersendeke herî biçûk jî bi kar bînin.

Bi erêkirina DYA’yê PDK’ê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re kûrtir kir û bi rengekî aktîf beşdarî nava vê plana xerab bû.

Plan bi kurtasî wiha ye: Tevgera azadiyê ya Kurd dê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hêla dewleta Tirk û PDK’ê ve were qelskirin, Iraq dê bikeve nav vê plansaziyê û Şengal were dagirkirin û dûre dê plansaziyên nû yên dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikevin meriyetê.

Ji bo ku plan pêk were, Erdogan bi hemû hêz û dewletên têkildar re civîn pêk anîn û dema ku hewce bû tawîz dan. Lê belê, li gel ku hemû rêgezên xwe bi kar anîn, ev planên dagirkirinê bi piranî bi berxwedaneke mezin hatin têkbirin. Rûsyayê piştî plana 9'ê Cotmeha 2019an a dagirkrinê ya Erdogan rola nû ya garantoriyê hilda ser xwe lê di navbera Şam, Îran, Tirkiye, DYA û Kurdan de asê maye.

Qeyrana Sûriyê ya ku nehate çareserkirin, gav bi gav vediguhere kanserekê. Hevsengiyên hêzan û nakokiyên berjewendiyên siyasî di navbera aliyan de, herêmê xistiye nava kaosê û dibin sedema êş û şerên bêdawî.

Ji ber vê yekê, pişkî ku Joe Biden di 3’yê Mijdarê de wek serokê nû yê DYA’yê hat hilbijartin, nîqaşên wê didomin bê ka dê bandoreke çawa li cîhanê bike. He wiha siyaseta negatîf a Rûsyayê li Rojhilata Navîn bi qasî siyaseta dewra nû ya DYA'yê girîng e.

Rûsya dixwaze Kurd, Sûriye, Tirkiye, Îran û Îsraîlê îdare bike, lê ev yek dibe sedem ku roj bi roj zêdetir bitengije û nehêle polîtîkayên nû çêke.

Dîsa, dewleta Erdogan ku li hundir û derve asê bûye, amade ye ku mîna mayineke gêj li herêmê biteqe. Ji ber ku bi zêdekirina 73 hezar endamên komên çete yên ku ji bermahiyên DAIŞ û El-Nusra, ew êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Idlib, Lîbya, Qerebax û gelek welatên Ewropayê dikin. Ev êriş her ku diçe li ser Erdogan dibin bar. Heke li gorî vê realîteyê lê binêrin, dê guncan be ku em bibêjin ku demên dijwartir li benda siyaseta Erdogan a dema pêş in. Ji ber vê yekê, dibe ku ew ê êrişên dagirkirinê zêdetir bike ku ji asêbûna siyasî, leşkerî û aborî derkeve. Heke bikare PDK û Iraqê hilde cem xwe, dê êrişeke nû ya dagirkirinê li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê biceribînin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9 salan zêdetir e di şer de ye û li hemberî êrişên dagirkirinê yên nû amade ye. Ji ber vê yekê, pêdivî pê heye ku mirov ji rastiya şer re bêtir amade be, ne ku bikeve nava rehavetê. Divê neyê jibîrkirin ku şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdêlên mezin gihaştiye roja xwe ya îro. Hêzên herêmî û gel ji êrişên berê ders girtine û ji êrişên nû re jî amade ne.

Li ser vî esasî, divê were zanîn ku dewleta Tirk a faşîst û kolonyalîst û serokê wê yê faşîst Erdogan ji bo ku hêza xwe winda nekin, bi dûrxistina xeyala ku dê êrişeke dagirkeriyê hebe, careke din li dijî herêmê êrişekê pêk bînin. Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdêlên mezin gihaşt vê rojê û destkeftiyên dîrokî bi dest xistin. Ji ber vê yekê, berpirsyarî û hêzeke exlaqî heye ku ev pê radibe. Divê her kes bi bawerî û biryardariya derbeya mezin a ku li serokê faşîst Erdogan were xistin, ji bo êrişeke muhtemel amade be. Ev yek çi qas bê kirin, dê êrişên nû yên dagirkirinê jî werin şikandin û cihên dagirkirî werin azadkirin.

Divê neyê jibîrkirin ku şoreşa Rojava ji bo gelên bindest ên herêmê û cîhanê û mirovahiyê bûye nexşerêyeke mezin û di rewşa niha de divê vê rolê xurttir bilîze. Bi rastî, wezîfeyeke wisa li ber vê şoreşê radiweste.

Wê demê divê mirov li hemberî êrişên muhtemel li şûna tirs û xofê, berxwedanê bi pêş bixe û bizane ev her tim pêkan e û jiyana xwe li gorî wê diyar bike. Rastiya gelên ku bi şer azad dibin, bi tenê bi sekneke wiha pêk tê. Divê bê zanîn ku kesên li dijî vê yekê tiştekî dibêjin, çi bi zanebûn an bê zanebûn, zirarê digihînin şoreş û têkoşîna gel a azadiyê.