'Li hemberî êrişên Tirkiyê divê Kurd bibin yek'

Necimedîn Mele Umer diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd, di heman demê hemû gelên herêmê dike hedef û li dijî hemû gelên ku banga azadî û demokrasiyê dikin e. Mele Umer got, li hemberî êrişên Tirkiyê divê hêzên leşkerî yên kurdî bibin yek.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Ji 16`ê Hezîranê û heta niha jî êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Li hemberî van êrişan tu helwestên siyasî û leşkerî ji aliyê hikumeta Iraqê ve derneketiye ya ku serdestiya xaka wê tê binpêkirin. Tenê Hêzên Parastina Gel (HPG) bersiva êrişan didin û rê li pêşiya berfirehkirina cografiya dagirkeriyê digirin.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necimedîn Mele Umer di hevpeyvînekê de bi ANHA'yê re diyar kir ku Osmanî bi çanda qirkirina gelan, nexasim qirkirina gelê Kurd tê naskirin, ji ber gelê Kurd gelekî demokrasîxwaz e û banga aştî û wekheviya li ser xaka xwe ya pîroz Kurdistanê dike.

'LI ROJHILATA NAVÎN KURD NÛNERTIYA AŞTIYÊ DIKIN'

Têkildarî armancên artêşa Tirk ên li ser gelê Kurd Necimedîn Mele Umer got: "Kurdan zilm û zor li ti kesî nekirine, lê ev ne li gorî berjewendiyê dewletên dijberî kurdan e, ji ber Kurd bi exlaq, rêgezê xwe yê bi nirx, hezkirina aştiyê û çandina xwe resen tên naskirin. Her wiha Kurdistan bi xêr û bêra xwe dewlemend e."

Mele Umer destnîşan kir ku Kurd ji bo azadî, rûmet, rizgarkirina gelên bindest tê dikoşin, hewl didin jiyaneke li ser esasê wekhevî, biratî û demokratîk ava bikin. Mele Umer got, li Rojhilata Navîn Kurd nûnertiya xeta aştiyê dikin, ji ber vê di nava bêdengiya navnetewyî de êriş li ser tên kirin.

Necimedîn Mele Umer, dagirkirina osmaniyan a beriya sedên salan li Mûsil, Kerkûk û Rojava bi bîr xist û da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi êriş û siyasetên xwe dagirkirina xwe li  herêmê zindî bike da ku paşverûtî, nezanî û koletiyê berbelav bike û wiha domand: "Êrişên artêşa Tirk ne tenê gelê Kurd dike armanc, lê belê hemû civakên li herêmê dike armanc, anku hemû civakên bindest ên ku banga demokrasî, yekitiya gelan û rizgariya rêxistinên diktator dike armanc."

Mele Umer bang li hemû hêzên siyasî, hêzên neteweyî bi taybet yên Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û ev tişt got: "Êrişên artêşa Tirk ne herêmeke diyarker dike armanc, lê belê tevahiya Kurdistanê dike armanc, hebûna gelê Kurd bi yektiyê ve girêdayî ye, êş û birînên Kurd yek e."

Têkildarî helwesta hikumeta Iraqê ji êrişên dewleta Tirk Necimedîn Mele Umer got ku diviyabû ku hikumeta Bexdayê li hemberî êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka wê bisekinya, lê hikumetê tu bertek nîşan neda, lewma ji erka hikumeta Iraqê ye ku van êrişan bisekinîne ji ber serweriya xaka Iraqê binpê dike.

'HÊZÊN LEŞKERÎ BIKIN YEK'

Necim Dîn Mele Umer bal kişand ser yekitiyê û girîngiya yekitiya hêzên leşkerî û û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Divê hêzên leşkerî Pêşmerge û hêzên gerîla yekitiya xwe ava bikin, ji ber dijminê gelê Kurd ji hemû aliyan ve çi siyasî û çi leşkerî be der barê qirkirina gelê Kurd lihevkirine û bi hemû rêbazan êriş dikin."

Necimedîn Mele Umer destnîşan kir ku divê hêzên siyasî û leşkerî yên li Başûrê Kuristanê li dijî artêşa Tirk piştgiriya HPG`ê bikin û Kurdistanê ji rejîma Tirkiyê û leşkerên wê re bikin qibirstan. Mele Umer bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya vê berxwedana qehremanî ku HPG`ê li Heftanîn û çiyayên Kurdistanê dide meşandin, bikin.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necimedîn Mele Umer di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên siyasî, hêzên leşkerî û rewşenbîran kir dûrî berjewendiyên xwe yên kesayetî û partitiyê bikevin, yekitiya neteweyî ya Kurdistanî  û ava bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din