‘Li hember êrîşa  li  ser dayîkên girtiyan, kanî dewletên banga mafên mirovan dikin?`

Malbatên şehîdan û girtiyan ên bajarê Helebê kiriyarên hikumeta Tirkiyê derheqê dayîkên girtiyan şermezar kirin û wiha gotin: "Kanî dewletên ku banga mafên mirovan dikin, li hember lêdana dayîkên girtiyên greva birçîbûnê li kolanên Tirkiyê?" jinan piştgirya xwe bi dayîk û berxwedêran re teqez kirin.

Ji bo piştgiriya bi hemleya greva birçîbûnê ji şêniyên girtiyan re, di 12`ê Gulanê sedan dayîkên girtiyên siyasî di zindanên Tirkiyê Enqere û bajarê Istenbolê xwepêşandan lidar xistin, lê hikumeta Tirkiyê êrîşî çalakiya dayîkan kirin.

Der barê mijarê, dayîkên girtiyan û şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd kiryar şermezar kirin û daxwaz ji dewletên cîhanê kirin ku sînorekî ji van kiryaran re deyînin û li daxwazên xwepêşandan û çalakgerên greva birçîbûnê re binêrin.

Fîdan Hisên dayîka şehîd Hemûdê kiriyarên Erdogan şermezar kir û wiha got: "Ji mafê dayîkan e ku piştgiriya zarokên xwe bikin, ew di çarçoveya demokrasî û olî de tev nagere, dema ku li kolanan destdirêjî li jinan dikin, ew bixwe zilm e û dijî fikra azadiyê ye, ji ber vê yekê em van kiryaran li ser dayîkên girtiyan qebûl nakin."

Fîdan destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê fikra azadiya gel qebûl nake, ji ber vê yekê êrîşên hovane li ser şêniyan de tîne û wiha got: "Em wek dayîkên şehîdan daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan dikin û azadiya girtiyan ji zindanan dikin."

Dayîka şehîd Ozgur Fayîzê Xelîl wiha got: "Em wek dayîkên şehîdan bi tundî kiryarên hikumeta Tirkiyê derheqê dayîkên girtiyan şermezar dikin, armanca dewleta dagirker ji van kiryaran ku têkiliya me ji serokê me qut bike, lê em vê yekê qebûl nakin û em ê pey doza xwe bin."

Fayîze li ser helwesta dewletên cîhanê ji van kiryarên dijî mirovahiyê pirs kir û wiha got: "Kanî ew dewletên ku banga demokrasî û azadiyê dikin?".

Fayîze di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê di tekoşîn û piştgiriya xwe bi berxwedêrên grevên birçîbûnê û dayîkên wan re dewam bikin."

‘Dirûşmeya Tirkiyê demokrasî ye lê rastiya wê berovajî vê yekê ye’

Eytar Reşo xweşka 3`ê tekoşeran û girtiyekî di zindanên dagirkeriya Tirkiyê, berxwedêrên girtî di zindanan de silav kir û wiha got: " Dirûşmeya Tirkiyê demokrasî ye lê rastiya wê berovajî vê yekê ye, ew nahêle dayîk serdana zarokên xwe bikin û piştgiriya wan bikin, ma dewletên cîhanê û mafên mirovan û saziyên navneteweyî van kiryaran nabînin?."

Eytar wiha got: "Divê ew tev bigerin û daxwazên çalakgeran bi serkêşiya Nasir Yagiz û Leyla Guven pêk bînin."

Her wiha dayîka şehîd Mistefa Dilşan Osman kiryarên Erdogan şermezar kir û wiha got: "Dewleta dagirker li kolanan êrîşî jinan dike, lê em bêdeng namînin û em ê tekoşîna xwe de dewam bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din