Li hember topbaranê şêniyên Efrînê dibêjin: Em ê li vir bin

Şêniyên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê dimînin, tekez kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ku bajarokê wan topbaran dikin, li ber xwe bidin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh navçeya Til Rifet ku zêdetirî 25 hezar sivîl lê ne, bi dehan topan topbaran kir.

Şêniyên Efrînê ku neçar man ji kantona xwe ji ber dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê derkevin, topbarana li ser navçeyê şermezar kir.

Welatiya bi navê Zehîde Ebdo binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji topbarana gund û navçeyên Şehbayê ku rojane topbaran dike, şermezar kirin. Zehîde diyar kir ku topbarana Tirkiyê encama hevpeymana Rûsya, rejîma Sûriyê û Tirkiyê ye da ku herêman dagir bikin.

Bi pêşketina rejîma Sûriyê li gundewarên Idlibê re, bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser kantona Şehbayê jî zêdetir bû. Li kantonê ku bi hezaran sivîlên ku neçar man ji kantona Efrînê koç bikin, dijîn.

Welatiya bi navê Sozan Mihemed wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh zêdetirî 11 top avêtin malên me û em koçberên ji Efrînê ku li kantona Til Rifet dimînin, ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk a dagirker navçeyê bombebaran dike. Dagirker çi bikin jî, em ê li kantona Şehbayê bimînin heta ku Efrîn rizgar bibe."

Reşîd Mihemed jî diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bombebarana gundên ku sivîl lê ne ew e ku hebûna gelê Kurd bi dawî bike û gund û navçeyan ji sivîlan vala bike û dagir bike.

Mihemed got: "Dagirkeriya Tirk siyaseteke qirêjî dimeşîne ku dixwaze me dûrî Efrînê bixe wekî çawa di 18`ê Adarê de pêk anî."

(jo)

ANHA


Mijarên Din