Li hember vîrûsê tedbîra herî baş xwe parastin e

Di çerçoveya xweparastina li dijî vîrûsa koronayê şêniyên bajarê Qamişlo jî ji aliyê xwe ve rêzetedbîrên xweparastinê digirin.

Piştî ku vîrûsa Koronayê li cîhanê belavbû, her welatek ji aliyê xwe ve rêzetedbîran digire. Ji bo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev vîrus peyda nebe, Rêveberiya Xweser, di 23’ê Adarê de qedexeya derketina derve li tevahî herêmê ragihandibû. Ev biryar wê heya 15 rojan bidome û dibe dema wê were dirêjkirin. Şêniyên bajarê Qamişlo ji aliyê xwe ve rêzetedbîrên hişyariyê digirin.

Ji wan tedbîran li hev kom nebûyîn, maske û lepik, madeyê paqijiyê û madeyên dezenfekte bi karanîn wek rêzetedbîrên sereke ne.

Li aliye din; hawaya malê hertim diguherin û pencereya vedikin ji bo ku tirêjên rojê bikevin hindirê malê. Paqijiya kesayetî diparêzin û girîngî didin şûştina destan û gelek tedbîrên din jî bi cih tînin.

Girêdayî vê mijarê şêniyên hinek taxên bajarê Qamişlo behsa tedbîrên ku ji bo parastina malbatên xwe ji Vîrûsa Korona digirin kirin.

GEL BİRYARA RÊVEBERİYA XWESER Bİ CİH TÎNE

Şêniya bi navê Badîa Emîn spasiya Rêveberiya Xweser, komîteyên girêdayî wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber tedbîrên girtine û biryarên dane, kir. Her wiha destnîşan kir ku dewletên mezin nikarin vê vîrûsê kontrol bikin û ji ber vê vîrûsê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane.

Badîa diyar kir ku bi rêjeya ji sedî 80 ji şêniyan, biyara qedexeya derketina derve tînin cih û got: “Di vê qonaxa hesas de divê şênî hev du bigirin û bi Rêveberiya Xweser re alîkar bin. Ji mal dernekevin da ku rê li pêşiya belavbûna vê vîrûsê bigirin.”

DİVÊ PÊŞÎ Lİ KEYSBAZAN BÊ GİRTİN

Têkildarî tedbîrên ku di mal de digirin Badîa got: "Her sibeh em pêdiviyên xwe yên rojane di demên hatine diyarkirin de peyda dikin. Hinek bazirgan fersend dîtin û bihayên madeyên xwarinê bilind kirine. Hinek dikan bêyî ku rewşa mirovî di ber çavan re derbas bikin, madeyan bi bihayên cuda difroşin. Em bang li aliyên têkildar, bi taybet tîmên zimhêrê dikin ku girtekên hişk li dijî wan bazirganan bigirin.”

DİVÊ HERKES Bİ BALDARÎ XWE Bİ PARÊZE

Şêniya bi navê Sureye Cuma ya ku li taxa Hilîlyê ya bajarê Qamişlo dimîne got: “Pêwîst e şêniyên herêmê baldar bin. Dewletên ku vîrûs lê belav bûye, tevî derfetên wan ên mezin jî nikarin vîrûsê kontrol bikin. Tu derfetên herêmên me tune ne. Ji ber wê jî divê li herkesek ji aliye xwe ve li hember vê vîrûsê bisekine. Ji ber wê çi li derve yan ji li mal divê şênî baldar bin."

‘EM PERSPEKTÎFÊN TENDURISTYÊ TÎNIN CIH’

Sureye destnîşan kir ku malbata wan 8 kes in û wiha axivî: “Em tevahiya perspektîf û tedbîrên hişyariyê yên ku Desteya Tenduristiyê û bijîşkan dane pêk tînin. Ez madeyên dezenfektekirinê bikar tînim. Destikên deriyan bi spirto paqij dikim. Serê zarokan her roj dişom û cilan bi ava germ dişom."

Sureye teqez kir ku endamên malbatê ji mal dernakevin tenê ger pêwîstiyek lezgîn hebe. Her wiha diyar kir ku bi giştî mûnên ku depo kirine bikar tînin ji bo neçar nemînin ji mal derkevin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din