​​​​​​​Li her derî banga rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rakin û rewşa tenduristiya wî eşkere bikin. Şêniyan da zanîn ku felsefeya Ocalan kilîta çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e.

Bi belavbûna Koronavîrûsê re rewşa girtiyên di girtîgehên dewleta Tirkiyê de xeternak in. Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê nêrînên xwe ji ANHA’yê re rave kirin.

Welatiya bi navê Fatima Mihmed got: “Em baş dizanin ku fikirê Rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriya aloziya Sûriyê û Rojhilata Navîn e. Ji ber li Bakurê Sûriyê xwe spartin firkirê Rêbertî û gelek destkeftî qezenc kirin. Di demê berbelavbûna Koronavîrusê de desthilatdariya Tirk hîn zêdetir tecrîda li ser Rêber Ocalan tundtir kir.”

Welatiya bi navê Zeyneb Umer jî axivî û got:"Em texmîn dikin ku dewletên sermayedar Koronavîrûs derxistine. Dema ku em bi Rêbertî re diciviyan jî, Rêbertî diyar dikir ku dê dewletên desthilatdar bi siyasî û hem bi çekên pêşketî êrişî me bikin.”

Zeyneb Umer ji bo garantiya azadiya Rêbertî banga yekîtiya netewî li Kurdan kir.

Welatiyê bi navê Salih Mistefa jî axivî û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Ocalan dide meşandin şermezar kir. Mistefa got: “Em li ser rewşa tenduristî ya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de ditirsin.”

Salih Mistefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Belavbûna Koronavîrusê xeteriyê li ser jiyana girtiyan çêdike û divê komîteya parastina mafên mirovan û NY`yê bi erka xwe rabin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din