‘Li her malek li ser sinor, azarek heye’

Şêniyê bi navê Osman Mehmud ê ji gundê Sûsikê yê giradayî Girê Spî, got: “Dewleta Tirk her roj êrîşî gundên li ser sînoran dike û dixwaze gel bide koçberkirin. Encam çi bibe bila bibe em rê nadin dagirkeriyê.”

Dewleta Tirk a dagirker bi salane êrîşî gund û navçeyên li ser sînorê Rojava dike. Şêniyên li ser sînor dijîn jî ji ber êrîşên dewlata Tirk a dagirker bi salane nikarin erdên xwe yên çandiniyê biçînin û rakin. Her gav rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker tên, ji ber êrîşan birîndar dibin û tên qetilkirin.

Şêniyê bi navê Osman Mehmud ê ji gundê Sûsikê yê giradayî Girê Spî jî yek ji şêniyên mexdûrê zilma dewleta Tirk a dagirker e.

Birayê wî hat qetilkirin

Osman Mehûd ê 69 salî jiyana xwe bi çandiniyê derbas dikir. Mehmûd ji 2017’an heta niha nikare erdê xwe bajo û biçîne. Birayê wî Ezedîn Mehmûd Osman 24’ê  Mijdara 2017’an dema diçû erdê xwe bajo ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve tê qetilkirin.

Piştî birayê Osman Mehûd bir êrîşa leşkerên artêşa Tirk a dagirker tê qetikirin, Mehmûd careke din çadiniya erdê xwe nake. Osman Mehmûd, destnîşan kir ku wî debara xwe tenê bi cotkariyê dikir lê ji ber vê zilma dewleta Tirk a dagirker êdî nikare çandiniyê bike.

 Dibistan hat girtin

Osman Mehmûd, diyar kir ku dibistanek li ser sînorê Tirkiyê ji ber zilma leşkerên Tirk hat girtin û wiha got: “Ji ber jiyana zarokan di xeteriyê de bû pêwistî bi girtina wê hatibû dîtin. Artêşa Tirk a dagirker dema li dibistanê tevgerek dîtiba gulebaran dikir. Ji ber wê yekê me zarokên xwe neşandin dibistanê. Ji bo zarok ji xwendinê qut nebin me li 3 malan perwerde vekir.”

‘Ji bo êrîş bikin li hincetan digerin’

Osman Mehmûd bal kişand ku piraniya gundên li ser sînor rastî êrîşên çekdarî tên û ev tişt anî ziman: “Em li vir kaçaxçitiyê nakin û ti gefên me ji dewleta Tirk re tune ne. Lê careke din jî êrîşî me dikin. Ji bo êrîşî me bike li hincetan digere. Li her malek gelê li ser sînor, ji ber zilma dewleta Tirk serpêhatiyekeke bi êş heye.”

‘Em ê destûr nedin dagirkeriyê’

Osman Mehmûd bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û li ser sînor zêdekirina leşkeran û wiha pê de çû: “Gelê heremê ji 7 salî heta 70 salî dewleta Tirk a li ser axa xwe naxwaze. Ger ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê êrîş bike em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî li berxwe bidin.”

‘Dixwazin kiryarên li Efrînê dubare bikin’

Osman Mehmûd, bal kişand ku bê hiqûqiya dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk dixwaze axa me dagir bike û me bide koçberkirin. Rêya tekane ya li dijî dagirkeriyê berxwedan e.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din