Li herêmê bêçek şer dewam dike, qurbanî zêde dibin

Topbaran û bombebarana li ser herêmên bêçek di roja 56`an de zêde bû. Hêzên rejîma Sûriyê û balafirên Rûsyayê bejahiya Hema û Idlibê kir hedef. Hejmara kuştiyên sivîl jî gihîşt 512 kesan.

Li herêmên bêçek a Rûsî-Tirkî, di navbera hêzên rejîmê û komên çete ku destê ji Tirkiyê digirin, şer giran dibe. Balafirên rejîma Sûriyê deverin ji Kefer Zîta, Erbîn, Til Cîsat û Sexir ên bejahiya bakurê Hemayê 13 caran bombebaran  kir.

Li eniyên Hemamiyat, Til Milih, Cebîn ên bakur rojavayê Hemayê heta saetên vê sibê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de topbarana dijwar dewam kir. Zêdeyî 380 top û moşek hatin avêtin her wiha şer bi çekên giran li eniya Hemamiyat hatin bikaranîn.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê tekez kir ku ji destpêka şerê li herêmên bê çek ji 30`ê Nîsanê ve li herêmên Idlib û Hemayê hejmara qurbaniyên sivîl gihîşt 512 kesî. Ji wan 130 zarok û 102 jin.

 (bx/kc)


Mijarên Din