Li herêma bêçek 22 çeteyên Tirkiyeyê hatin kuştin

Di êrîşa duh de ku hêzên rêjîma Sûriyeyê li herêmên bêçek li gundên bakurê Hemayê li dar xist, 22 çeteyên Tirkiyeyê hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Sûriyeyê yên mafên mirovan diyar kir ku şeva çûyî hêzên rêjîma Sûriyeyê êrîşî cihên çeteyên Fesîl Ceyş El-Ize li herêma El-Letmanê li gundên bakurê Hemayê kir, şerekî giran rû da û di encamê de 22 çete hatin kuştin.

Çavkaniyan da zanîn ku ji destpêka ragihandina herêma bêçek ve ev hejmar a herî zêde ye.

Her wiha hate zanîn ku di şer de kesên windabûyî hene û heta niha lêgerîna li kesên winda dewam dike.

Di 17`ê Îlonê de Rûsya û Tirkiyeyê hevpeymanek pêk anîbû ku herêmeke bêçek li Idlibê û derdora wê ava bikin.

Lê tevî hevpeymana her du dewletan, li herêmê bombebaran ji aliyê hêzên rêjîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ve di serî de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) rû dide.

Çeteyên Cebhet El-Nusra du toranên leşkerî li parêzgeha Idlibê li dar xistin, bi vê yekê dixwaze hêza xwe nîşan bide, tevî ku hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê dixwaze terorê ji herêma bêçek derxe.

(jo)


Mijarên Din