Li herêma bêçek şer didome

Şevê din di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de li herêmên bêçek şer derket. Her wiha taxên bajarê Helebê jî hatin topbarankirin.

Li bajarê Helebê li gorî çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku şevê din çeteyên dewleta Tirk ên li derdora nuqteyên çavdêriyê li taxa Raşidîn a Helebê ku dikeve nav herêma bêçek bi cih bûne, taxa Cemiyet Zehra û taxa Heleba Nû bi guleyan kirin hedef.

Hêzên rejîma Sûriyê yên li herêma Şêx Necar, Seknet Muhleb ên taxa Mesakin Sebîl bersiva gulebaranê da. Hêzên rejîmê bajarokên Endan, Kefer Hemra yên bakurê rojavayê Helebê û taxa Raşidîn û rojavayê wê kirin hedef.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, ji ber gulebaranê di navbera her du aliyan de şer heta saetên derengiya şevê dewam kir.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din